Ji ber şerê li Rojhilata Navîn bi milyonan mirov koçber bûn
Komîserê Bilind yê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih eşkere kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn bi milyonan kes koçber bûn.
Komîserê Bilind yê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih eşkere kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn bi milyonan kes koçber bûn.
Komîserê Bilind yê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih ji ber bandora şerê li Rojhilata Navîn bangek lezgîn li civaka navneteweyî kir.
Berhem Salih ku bi rêya ajansa Reuters’ê bang kir got: “Ji bo alîkariya bi penaberan re pêwîstiya me bi 69 milyon dolar heye.”
Her wiha Berhem Salih eşkere kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn nêzî 3.2 milyon kes li Îranê neçar mane ji malên xwe koçber bibin. Her wiha li Lubnanê jî zêdetirî 1 milyon kes koçber bûne ku ev hejmar dike ji sedî 17’yê runiştvanên Lubnanê.
Li gor gotina Berhem Salih, sedemê komnekirina alîkariya pêwîst a bi Komîsyona Bilind ya Penaberan re, ji ber ragirtina alîkariya welatên serdeste bi taybetî jî Amerîka ku niha herî zêde giringiyê bi peydakirina budceya ji bo şer dide.
Komîserê Bilind yê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih daye diyarkirin ku hejmara penaberan a li cîhanê gelek zêde ye û li beramber de jî alîkariyên mirovî bi temamî kêm bûne. Salih got ku ev rewş jî dihêle qeyrana heyî kûrtir bibe, pêwîstî bi destwerdana lezgîn a civaka navdewletî heye.